FÜR DIE ANERKENNUNG UND ZUSSAMMENLEBEN DER KULTUREN

Freitag, 27. Januar 2012

Komeleyên kurdan li Munchenê hevkarî dikin

Kurdên li Munchenê dixwazin xebata xwe ya çandî û civakî
bi hevbeşî pêşde bibin (Folklora Komciwan

Munchên (Rûdaw) – Bi mebesta bidestxistina mafên demokratîk û civakî û başkirina rewşa kurdên li Munchenê 9 komeleyên kurdan hewl didin xebatek hevbeş bikin. Heman komele piştgirtiya tekoşîna gelê Kurdistanê jî xistin rojeva xwe.

Roja duşêma borî 9 komeleyên kurdan (Komela Koçberên Kurd/OKM, Komela Çandî ya Mezopotamya/KÇM, KOMKAR-Munchen, Komela Çandî ya Kurd/KÇK, Dibistana Kurdî/ ROJÎN, Civata Kurd, Mizgefta Ahmedê Xanî, FC-Azadî û FC-Newroz) yên li bajarê Munchenê bo karên hevbeş civînek lidarxistin.

Civîn li ser daxwaziya Civata Kurd û Komela Koçberên Kurd/OKM, roja duşêma borî êvarê li Landwehrstr.43 hat lidarxistin û heta saet 23ê şevê berdewamkir. Rojeva civînê  “Di pêşerojê de hevkarî û koordînasyona komeleyên kurd li Munchenê” bû.

Nûnerên komeleyan di civînê de li ser berjewendiyên hevbeş, potansiyela rewşa civakî û siyasî ya Kurdên li Munchenê rawestiyan û bo hevkariya komeleyên kurdên li Munchenê bîr û baweriyên xwe anîn ziman.

Li gor îstatîstîkên nû li Munchenê nêzikî 20 hezar Kurd dijîn. Pirraniyên wan ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ne, ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî nêzikî 2 hezar Kurd li Munchenê dijîn. Pirraniya Kurdên bakûr nêzikî 50 sal in li Munchenê dijîn ku ev jî dibe 2-3 jenerasyon.

Di civînê de komeleyên kurd di nava xwe de “Koordînasyona Komeleyên Kurd li Munchenê/(SAZBÛN/KOORDINATION) damezirandin û dixwazin mehê carek bo xebat û danûstandina agahiyan bên cem hev, da ku di raya giştî de deng û navên kurdan bilind bikin û piştgirtiya tekoşîna gelê Kurdistanê jî bikin.
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/11352.html

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen